Mustafa Ozçelîk: Em ligel xelkê Başûr û kedkarên K24ê ne

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk

Hewlêr (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand: “Em ligel xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê û ligel kedkarên televîzyona Kurdistan24ê ne.”

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:

Em li gel xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê û li gel kedkarên Televîzyona KURDISTAN24ê ne.

Dewleta Îranê, şeva 13.03.2022yê êrîşek bir ser Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê. Dewleta Îranê dibêje me êrîş birîye ser hinek binkeyên Dewleta Îsraîlê yên li Hewlêrê. Lê ev derew nikare armanca Dewleta Îranê ya têkbirina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê veşêre.

Gelê Kurdistanê li himberî jenosîdên Enfalê, Helebçeyê, li himberî tu zilm û zordarîyan serê xwe netewand. Divê dost û dijminên gelê me baş bizanibin ku, gelê Kurdistanê li himberî  êrîşên terorîstan û planên hevalbendên terorîstan jî, li hemberî êrîşa dewleta Îranê jî dê serê xwe netewîne.Tu êrîş û planên dijminan  dê nikaribe rê li ber azadî û serkeftina Kurdistanê bigire.

Em vê êrîşa Dewleta Îranê  ya li ser Hewlêrê rûreş dikin.

Sedam Husênê jenosîdkar di nav wê xwîna jenosîde de fetisî û nikarîbû rê li ber destkeftina Herêma Ferdere ya Başûrê Kurdistanê bigire. Dewleta Îranê jî dê nikaribe destkeftin û pêşkeftinên  gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji holê rake û dê nikaribe ribin rê li ber Dewleta Azad û Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê bigire.

Gelê me bi yekgirtin, tifaq û  hevkarîya neteweyî û niştimanî li Başûrê Kurdistanê destkeftîyên federe bidest xist; her bi tifaq û yekgirtina neteweyî û niştimanî dê xwedî li van destkeftinan derkeve û dê miheqeq bigihêje azadî û serxwebûna xwe.

Êrîşên terorîstan û yên Dewleta Îranê dê nikaribe dengê azad yê çapemenîya Kurdistanê jî bibire. Em ji hemû rêvebir, xebatkar û kedkarên Televîzyona KURDISTAN24ê re, ji gelê me yê Hewlêrê re dibêjin derbasbûyî be, em li gel kedkarên Televîzyona K24ê ne, em li gel xelkê xwe ne.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê