Bi vîdyo.. Medyayên cîhanê serdana saziya Kurdistan24ê dikin

Saziyên medyayê yên cîhanê serdana kenala Kurdistan24ê kir û qebareya ziyanan ji bo cîhanê veguhastin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo veguhastina ziyanên mûşekbarana berbanga îro li ser bajarê Hewlêr û saziya Kurdistan24ê, îro êvarê hejmarek ji saziyên medyayê yên cîhanê serdana kenala Kurdistan24ê kir û qebareya ziyanan ji bo cîhanê veguhastin.

Tîma rojnamevanên cîhanê di weşana zindî ya Kurdistan24ê de serdana studyoya vê saziyê kir û bi kamîreyên xwe bandora wê mûşekbaranê ji bo raya giştî ya cîhanê nîşan dan.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1:00 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li hin navçeyên Hewlêrê û nêzîkî Konsulxaneya Amerîkî li hewlêrê û avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî derketin. Piştre jî Supaya Pasdarên Îran ev êrîş girte ser xwe.

Vê êrîşê kavedanên tund yên li ser asta navxweya Kurdistanê û li ser asta navdewletî li pişt xwe anî ji bilî navendên navdewletî, konsulxane û nûnerayetiyên welatan Hewlêrê, balyozxaneyên li Bexdayê, çendîn navendên din ên cîhanê ev êrîş bi tundî şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê nîşan dan.