Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Yekîtiya Ewropayê kir
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka dîplomatîk ya Yekîtiya Ewropayê (YE) kir, ku ji Balyozê YE yê li Iraqê Ville Varjola û Seroka Şandera Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê û hejmarek şêwirmend pêk hatibû.
Di civînê de ku berpirsê ofîsa YE li Hewlêrê û çend dîplomatên din yên YE amade bûn, êrişa mûşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêrê hat şermezarkirin û behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û şerê terorê û rewşa koçberan hat axaftin.
Şanda YE kurteraportek li ser xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir bi taybet di warê alîkarîkirina reformên hikûmetê bo bihêzkirin û baştirkirin sîstema bankî û karûbarên hêzên navxwe û polîs û çalakiyên sivîl û rûbirûbûna tundî û tawanên organîze û spîkirina dirav û koçberiya qaçax.
Şanda mêvan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di gelek waran de alîkarî û hemahengiyek baş bi balyozxane û dezgehên YE yên li Iraqê re dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya alîkarî û piştevaniya YE kir di warê reforman de bi taybet di warê bihêzkirina aboriyê û dîjîtalîzekirina sîstema xizmetguzariyan û bikaranîna teknolojiyê bo pêşxistina zelalî û nehîştina gendeliyê de.
Mesrûr Barzanî behsa biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî gaz û nefta Kurdistanê kir û ragihand, ew biryar ne destûrî ye û anî ziman ku divê pirsgirêk li ser esasê destûrê bên çareserkirin.