Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Federal heta niha wek parêzgeh serederî bi Helebceyê re nake

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsatiya xwe ya exlaqî di ber qerebûkirina kesûkarên şehîd, birîndar û berketiyên kîmyabarana Helebceyê de bigire stûyê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 34emîn salvegera tawana kîmyabarana bajarê Helebceyê, peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Di sê û sêyemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebceyê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve, em bejna xwe li ber şehîdên vê komkujiya hovane ditewînin û wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Helebce malbendeke girîng a ronakbîrî û warê çendîn helbestvan, nivîskar, zana û navdarên Kurdistanê ye. cihekî wê yê girîng di dil û derûniya Kurdistaniyan de heye û bûye yek sembolên herî diyar ên qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe yê rewa, ji ber wê di vê boneya xemgîn de dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsatiya xwe ya exlaqî di ber qerebûkirina kesûkarên şehîd, birîndar û berketiyên kîmyabarana Helebceyê û tevahiya qurbaniyên jenosydkirina gelê Kurdistanê navçeyên ziyandîtî yên din ên Kurdistanê bigire stûyê xwe û li gor madeya 132 a destûrê, wan qerebû bike û rêzê li xebat, têkoşîn û qurbanîdana xelkê Helebceyê bigire,  Ji bo ku xizmetguzariyên hêjayî pêşkêşî welatiyan bike û êş û azarên xelkê vî bajarê ezîz sivik bike.

Her çend sal in Helebce ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bûye parêzgeh, lê mixabin heta niha jî Hikûmeta Federal di asta pêwîst e wek parêzgeh serederî bi Helebceyê re nake û rêkarên parêzgarbûna wê rastî kêş û astengiyan tê.

Ji ber wê, daxwazê ji berpirsên Hikûmeta Federal dikin di zûtirîn dem de wan rêkaran temam bikin û careke din vê babetê piştguh nexin. Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di temamkirina pêkhateyên îdarî yên parêzgeha Helebceyê de û dê bi sazî û dezgehên hikûmetê yên din yên mayî ava bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe bi qerzarê kesûkarên şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê dizane û erkê pêşîne yê Hikûmetê ye ku xizmeteke hêjayî Helebce û rûniştvanên wê yên xweşewîst bike.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê be

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê