Washington: Heta Esed li ser serê Sûriyê be, em pêwendiyên xwe asayî nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka got; “Heta Beşar Esed li ser serê wî welatî ye, Washington dê pêwendîyên xwe bi desthilatên Sûrî re asayî neke.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got: "Em ê pêwendiyan bi Esed (Serokê Sûriyê Beşar Esed) re asayî nekin, heta ku pêşketineke bêveger ber bi çareseriyeke siyasî ve nebe.”

Ev yek piştî wê yekê tê, komek ji welatan di nav wan de Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya û Îtalya di daxuyaniyeke hevbeş de redkirina xwe ya asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Beşar Esed re nîşan dan.

Wan welatan got; piştî 11 salan ji krîza Sûriyê, rewşa aborî û mirovî li Sûriyê gelekî reş bûye û bi milyonan koçberên Sûrî yên li navxweya welat û li welatên cîran in, nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Wan welatan piştevaniya xwe li proseya siyasî ya ku di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de û li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî tê birêvebirin, nîşan dan û gotin; divê agirbest were ragihandin, alîkariyên mirovî di sînor re bigihin xelkê, girtî werin azadkirin.