Helebce birînek li bedena Kurdistanê ye û nayê jibîrkirin

Di kîmyabarana Helebceyê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û zêdetir ji 10 hezar kesan jî birîndar bûbûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 34 salvegera kîmyabarana Helebceyê ye ku heta niha şûna encamên û birînên wê li ser gewdê xelkê wê diyar in.

Roja 16/3/1988an rêjîma Beis a rûxandî bajarê Helebceyê kîmyabaran kir, di encamê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûbûn û zêdetir ji 10 hezar kesan jî birîndar bûbûn. Heta niha jî bi dehan berketiyên kîmyabaranê, birînên wan derman nebûne û bi berdewamî li nexweşxaneyên Kurdistanê û derve jî derman û çareseriyên bijîşkî werdigirin.

Roja 7/3/2019an, nexweşxaneyeke taybet ya berketiyên çekê kîmyayî li bajarê Helebce hate vekirin, lê derman û çareseriya hemû berketiyan li wê nexweşxaneyê nîne, ji ber wê hin ji wan berê xwe didin derveyî Kurdistanê. Li gor zanyariyên K24ê, niha nêzîkî 400 berketiyên çekê kîmyayî li Helebceyê, çareseriyê werdigirin.

Roja 13/3/2014an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê biryara parêzgehbûna Helebceyê da û ew bajar ji qezar kir parêzgeh, ji bo ji aliyê îdarî ve xizmetên zêdetir ji xelkê wî bajarî û derdora wî re werin dabînkirin.

Di civîna îro ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de jî, çend pirsên girêdayî parêzgeha Helebceyê tên gotûgêjkirin.

Di wê derbarê de Berdevkê Encûmena Wezîran Cotyar Adil ragihand, îro di civînê de pirsên ji bo pêşxistina asta xizmetguzariyan ji bo xelkê Helebceyê tên gotûbêjkirin.

Îro li bajarê helebce çendîn çalakî tên kirin. Rêveberê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyên Helebceyê Kamran Mistefa ji K24ê re ragihand, îro hejmarek mezin ji xelk û berpirsan di merasîma salvegera Kîmyabarana Helebceyê de beşdar dibin, gul û tacegulîne li ser gorên şehîdan tên danîn û çendî gotar jî tên pêşkêşkirin.