Encûmena Wezîran ji bo gotûbêjkirina çend pirsên girîng civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend pirsên girîng civiya.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, îro 16ê Adarê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û di civînê de ev babetên li jêr hatin behskirin:

- Di bin diruşma (Tenê bi avedankirinê birîna Helebceyê derman dibe) salvegera 34emîn a tawana jenosyada kîmyabarana Helebce di 16/3/1988 de, xuleke ji bo giyanê şehîdan ê pak hat rawestandin û pêşniyar û daxwazên parêzgeha Helebce hatin pêşkêşkirin.

- Babeta êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê roja 13/3/2022an û serdana cihên mûşekbaranê ji aliyê birêz Serokê Encûmena Wezîran, serdana Serokên Encûmena Wezîran a Federal û şanda pê re ji bo vê armancê di roja 14/3/2022an.

- Rasperdina wezaretan û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêwîst e niha zêdetir li gor taybetmendiyên xwe berpirsyariya bersivdan û çareserkirina nerazîbûn û pêwîstiyên welatiyên Herêma Kurdistanê bigirin ser xwe, her wezaret û li gir taybetmendiyên xwe yên di çarçoveya erk, desthilat û berpirsyariya wan ku bi yasayê ji wan re hatiye destnîşankirin, ji ber ku ev berpirsyartiya wan e ne tenê ya Serokatiya Encûmena Wezîran e.