Serok Barzanî pêşwazî li şanda Partiya Umme ya Iraqê kir
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 16ê Adara 2022yan li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Umme ya Iraqê ya bi serokatiya Mehmûd Husên El Ekîlî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û astengiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her di vê civînê de şanda mêvan êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir û weke destdirêjiya ser serweriya Iraqê û têkdana seqamgîriyê bi nav kir.