Li Washingtonê bi sponsoriya medyayî ya K24ê eventek li ser Helebceyê birêve diçe
Hewlêr (K24) – Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê bi boneya 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê eventeke online bi beşdariya kongresman û senatorên mezin ên Amerîkî û herwiha parêzerên navdewletî yên li dosyeya qurbaniyên Helebceyê birêve dibe.
Eventa li ser Helebceyê vê êvarê li gor dema Hewlêrê di demjimêr 18:00an de û bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe û rasterast bi rêya Kurdistan24ê tê weşandin.
Di eventê de hejmarek berpirs û kesayet dê biaxivin, ji wan:
- Beyan Samî Ebdurehman, Berpirsa Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê.
- Azad Tofîq, Parêzgarê Helebceyê.
- Senator Chris Van Hollen
- Gotara Wezareta Derve ya Amerîkayê ji aliyê Jennifer Gavito, Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê ve tê pêşkêşkirin.
Di beşeke din a eventê de belgefîlmek li ser Helebceyê dê were nimayîşkirin.