Mafnas: Piştî biryara Dadgeha Federalî Îran êdî bi mûşekan destêwerdana Kurdistanê dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bertekên li dijî êrîşa Îranê ya ser Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ku avahiya Kurdistan24 jî zirareke mezin dîtibû didomin. Mafnas û siyasetmedar dibêjin piştî ku Îranê bi têkdanên neyekser xwest mudaxaleyê li Herêm Kurdistanê bike û bi ser neke vê carê êdî yekser û rasterast mudaxaleyê Kurdistanê dike ku divê Kurd hember vê mudaxaleya xeter yekdeng bin.

Di 13 Adarê de nîşê şevê bi muşekan Paytexta Herêma Kurdistanê rastî êrîşê hat û avahiya Kurdistan24ê jî zirareke mezin dît. Ev ne cara yekem bu ku Hewlêr rastî êrîşek wiha dihat lê cara yekem bu ku berpirsê êrîşê êrîş li xwe girt û Îranê amaje kir ku wan êrîş kiriye. Ev êrîş ji aliyê Kurdistaniyan ve rastî bertekên tund hat ku li Bakurê Kurdistanê jî rastî nerazîbunan hat. Mafnas Fahrî Karakoyunlu amaje kir ku Îran bo pêşîlêgirtina pêşketina Kurdistanê desrtwerdana hiquq, aborî û siyaseta Iraqê kir û piştî ku bi ser neket ji hêrsbunê êdî rasterast bi muşekan êrîş kir.

Mafnas Fahrî Karakoyunlu ji K24ê re got: “Biryara dadgeha Federalî Ya derbarê petrol û gazê de û ya derbarê Hoşyar Zebarî de jî beşek ji vê êrîşê ne. Naxwazin partî di Hikumeta nu ya Iraqê de cih bigire. Kurdistan24 dengê serxwebuna Kurdistanê ye, ji ber wê bûye armanc.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku hêncetên Îranê yên bo sedema êrîşan nîşan dide ji rastiyê dur in. Serokê Partya Demokrat a Kurd Reşît Akici anî zimên ku Îran ji bo ku dijminatiya xwe ya hember kurdan veşêre sedemên bêbingeh nîşan dide.

Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akici dibêje: “Armanca êrîşan millete Kurd e û ji ber ku nikarin vê yekê bêjin jî hêncetan nîşan didin. Armanca êrîşan Başurê Kurdistanê ye.”

Mafnasên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku ji aliyê Îranê ve serweriya Herêma Kurdistanê hatiye binpêkirin û li gorî hiquqa navneteweyî jî ev yek wek tawan tê dîtin ku divê di qada navneteweyî de sînorek ji kiriyarên Îranê re were danîn.