Li gundê Herdan proseya rakirina gorên bi kom temam bû

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî eşkere kir; proseya rakirina çar gorên bi kom ên gundê Herdan temam bû.

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî eşkere kir; proseya rakirina çar gorên bi kom ên gundê Herdan temam bû û rûfatên wan ji bo pişkinîna tibî hatine şandin.

Berevan Hemdî ragihand; rakirina gorên bi kom proseyek e ku li gor yasaya parastina gorên bi kom berdewam e, ev yasa ji aliyê tîma niştimaniyê bi hemahengiya UNITAD û lijneya navdewletî ya ji bo kesên winda dest bi rakirina goran hatibû kirin.

Hemdî tekez kir ku du hefte beriya niha dest bi rakirina çar gorên bi kom ên li debera Herdan kirine, prose di nava 16 rojan de temam bûye, rûfat hatine rakirin û bo tiba dadî ya Bexdayê hatine veguhestin.

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan eşkere kir; li gor zanyariyên destpêkê, pêşbînî dikin ku ew kes xelkê sivîl ê navçeya Şingal û Herdan û derdora wî bin, çaverêya encaman dikin ku ji aliyê tiba dadî ve dê werin eşkerekirin û piştre rêkarên yasayî ji bo veşartina rûfatan dê were encamdan.

Derbarê dîroka gorên bi kom, Berevan Hemdî eşkere kir ku rûfat hemû ji serdema êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser navçeya Şingalê ya sala 2014an in, ev tawan tawana komkujiyê ye, hemû belge û dokumentên li ber dest îsbat dikin ku terorîstên DAIŞê tawanên xwe li vê deverê encam dane.

Berevan Hemdî eşkere kir ku gorên bi kom yên xort û mêran e û goreke din a jinan jî tê de ye.

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ragihand: “Bi giştî 72 gorên bi kom hatine têlbendkirin, bi wan gorên ku hatine diyarkirin, dibe 81 gorên bi kom in, sê gorên yekem li Sinûnê, Xanesor, piştre 16 gor li gundê Koço hatine rakirin, niha jî ewa li gundê Herdan dest pê kiriye ku çar gorên bi kom in, ango 72 gor di sê qonaxan de hatine rakirin û rakirina gorên bi kom berdewam e.”