Newroza Îsal bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê Ye’ tê pîrozkirin

Newroz dê li 73 bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê pîrozkirin

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz îsal bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê ye’ dê li 29 bajar û 44 bajarokan bê pîrozkirin.

Agirê Newrozê di 15ê Adarê de li navçeya Elkehê ya Şirnexê û di 17ê Adarê de jî li navçeya Erdîş a Wanê hat pêxistin.  Di 19ê Adarê de li 19 bajar û bajarokan Newroz hat pîrozkirin. Di 20ê Adarê de li Stenbol, Batman, Wan, Colemêrg, Riha, Mêrsîn, Bingol, Semsûr û Elezîz jî di nav de dê li 39 bajar û bajarokan bê pîrorzkirin.

Di 21ê Adarê li Diyarbekir, Sêrt, Agirî, Qers, Erdexan û Konya û navçeyên Nisêbîn, Cizîr, Hezex, Wêranşar, Gever, Tekman û Ceyhanê dê Newroz were pîrozkirin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar dê beşdarî Newroza Stenbolê bibe û Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî dê beşdarî pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê bibe.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, siyasetmedar Ehmed Tirk û ji 15 welatên Ewrûpa û Rojhilata Naverast zêdetirî 100 siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîr dê beşdarî pîrozbahiyên Newroza Diyarbekirê bibin.

Her dîsa dê hunermend Rojda, Servet Kocakaya, Dengbêj Kazo, Azad Bedran û Frensî Elenora dê di Newroza Diyarbekirê de stran û kilaman bistirên.

Di pîrozbahiyên Newroza îsal de dê peyama fermîbûna zimanê kurdî û daxwaza aşitiyê derkeve pêş.