Di Newroza Bismilê de daxwaza mafê perwerdehiya zimanê zikmakî hat kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê li gelek navçeyan Cejna Newrozê beriya 21ê Adarê tê pîrozkirin ku yek ji wan navendan jî navçeya Bismil a Diyarbekirê bû. Di Newroza Bismilê de Parlementerên HDPê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kirin.

Îsal Newroz li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê 29 jê bajar bi tevahî 73 navendan tê pîrozkirin ku li gelek navçeyan beriya 21ê Adarê Newroz hat pîrozkirin. Yek ji wan navçeyan jî Bismil a Diyarbekirê bû. Li Bismilê ji ber ewşa hewayê pîrozbahîyê dereng dest pê kir lê dîsa jî Bismiliyan berê xwe dan Qada Newrozê û agirê Newrozê bi hev re pêxistin. Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn daxwaza aştî û wekheviyê kirin û peyamên neteweyî dan.

Di pîrozbahiya ku ji aliyê HDPê ve hatî amadekirin de parlementerên HDPê yên wek Îmam Taşçier, Dersîm Dag û Garo Paylan jî derketin ser dikê û peyamên xwe yên Newrozê dan û paşê li nav welatiyan govend gerandin. Parlementerê HDPê Yê Diyarbekir Îmam Taşçier amaje kir ku Newroz Qada daxwaza mafên neteweyî ye û bang kir ku zimanê Kurdî bibe fermî û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî were cîbicîkirin.

Parlementerê HDP yê Diyarbekir Îmam Taşçier got: “Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd dijîn lê mafên wan nayên nasîn. Nasnameya wan nayê nasîn. Divê perwerdeya zimanê zikmakî hebe, Kurd nikarin ser axa xwe bi awayeke azad xwe îdare bikin, şaredariyên wan ji wan tê standin.”

Di dawiya bernameya pîrozbahiya Newroza Bismilê de Muzîkjen Devrîm Demîr û muzîkjen Cevdet Bagca derketin ser dike û bi stranên xwe tevlî şahiya Newrozê bun û girseyê jî heta dawiyê govend berneda. Dê fînala Newrozên Bakurê Kurdistanê di 21ê Adarê de li Diyarbekirê were kirin.