PDK-S: Bila Newroza îsal ji bo me hemûyan bibe sedema têgihîştinê û pêkvejiyanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) peyamek bi boneya hatina Cejna Newrozê belav kir û tê de ragihand, “Bila Newroza îsal ji bo me hemûyan bibe sedema têgihîştinê û pêkvejiyanê”

Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de pîrozbahî li gelê Kurd û tevahiya gelên daxwaza azadî, biratî, pêkvejiyana aştiyane dikin kir û got: “Newroz di bingeha xwe de cejna azadî û aştiyê ye, cejneke dîrokî ya gelê me û gelek gelên Rojhilat ye.”

PDK-Sê got: “Cejna Newrozê, roja îroyîn e, em tê de banga tebayî û pêkvejiyanê dikin, herwiha ew cejna paşerojê ye ku em bi hêviya sibeheke geş, dûrî tundî û zulmê, tijî dadwerî û wekheviyê ne.”

Di peyama PDK-Sê de: “Bila Newroza îsal ji bo me hemûyan bibe sedama têgihîştinê û pêkvejiyanê ji bo bidawîkirina êşên Sûriyê bi avakirina Sûriyeya dewleteke federal û xwedî sîstemeke demokratîk ku tê de her kes mafên xwe bê cudahiya netewî, olî û mezhebî bidest bixe.”

PDK-S peyama xwe bi van diruşman bidawî kir:

Silav li giyanê şehîdên Newrozê û hemû şehîdên gelê me û şehîdên şoreşa Sûriyê.

Silav li Pêşmergeyên qehreman ên ku zilm û teror têk birine

Silav li giyanlê Barzaniyê Nemir û şehîd Îdrîsê herdem sax

Silav li girtî û revandiyan li hemû girtîgehên welat

Her sal û gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê baş be