Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Erebistanê şermezar kir

"Armanca wan êrîşên li ser jêrxana sivîlan, têkdana îstiqrara navçeyê ye.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên van demên dawî yên li ser deverên cuda yên Erebistana Siûdî şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez êrîşên li ser Erebistana Siûdî şermezar dikim. Armanca wan êrîşên dubarebûn ên li ser jêrxana sivîlan, têkdana îstiqrara navçeyê ye.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Em piştevaniya temam bo hikûmet û gelê Erebistana Siûdî dikin.”