Şandeke Wezareta Pêşmerge gihîşte Bexdayê

Li ser vexwendina fermî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, şandeke wezaretê gihîşte Bexdayê.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; li ser vexwendina fermî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, şandeke wezaretê gihîşte Bexdayê.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand; îro 21ê Adara 2022yan, şandeke wezaretê ku ji Cîgirê Serokerkan Hoşmend Heyder, Şêwirmendê Wezaretê Bextiyar Mihemed, Rêveberê Pêwendiyan û Hemahengiya Wezareta Pêşmerge Mihemed Seîd pêk hatibû, gihîşte Bexdayê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, şanda wezaretê beşdarî daxwazkirin û dabînkirina pêwîstiyên hêzên Pêşmerge bû.

Şanda Herêma Kurdistanê daxwaza pêwîstiyên xwe pêşkêşî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kir, herdu aliyan li ser rêkeftinnameya hevgihîştina hevbeş îmze avêtin ji bo dabînkirina pêwîstiyan.

Balyozxaneya Amerîkayê bi amadebûna Wezîrê Berevanî ya Iraqê Cume Înad, Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraqê, bi mebesta pîrozbahiya li şanda Wezareta Pêşmerge bi boneya Cejna Newrozê û serê sala Kurdî, merasîmek pêk anî.