Iraq hejmara welatiyên xwe yên li kampa Holê ne eşkere dike

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Hîştina malbatên Iraqî li kampa Holê şaşîtiyeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê hejmara welatiyên Iraqî yên li kampa Holê li parêzgeha Hesekê ne aşkere kir.

Wezaretê roja Duşemê di daxuyaniyekê de got; nêzîkî 30 hezar Îraqî li kampa Holê ne, 20 hezar ji wan zarok in.

Got jî: “Hîştina wan li wir şaşîtiyeke mezin e. Divê kar li ser vegerandina wan bê kirin, ji bo rê li ber bikaranîna wan ji aliyê teroristan ve bê girtin.”

Ajansa Fermî ya Îraqê li ser zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê, Kerîm Nûrî ragihand; “Iraqê komîteyeke ewlekarî ava kirin ji bo lêkolînê di dosyayên Iraqiyên ku li kampê ne de bike.”

Diyar kir jî, wan pêştir 453 malbatên ku dosyayên wan pak in vegerandine kampa Ceda li parêzgeha Nînewayê, duhî jî 24 malbatên nû vegerandin parêzgeha Enbarê. Beriya wê jî 74 malbat ji kampê hatibûn vegerandin.

Kerîm Nûrî da zanîn, bernameyeke berfereh ji bo vegerandina wan nava civakê bi hevkariya rêxistinên navdewletî, komîteyeke ewlekarî ya operasyonên hevbeş, Ajansa Ewlekariya Niştimanî, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî û Wezareta Koçberiyê heye.

Diyar kir jî, her kesê ku pêwendiya wî bi DAIŞ’ê re heye, nayê vegerandin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 57 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.