Kurdên Rojava bi hêviya vegerê, Newroza xwe li Hewlêrê pîroz kirin

kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Li navçeya Behrikê ya bi ser Hewlêrê ve, Kurdên Rojavayê Kurdistanê aheng û şahiyên taybet bi cejina Newrozê kirin. Koçberên ku ev çend sal in dûrî welatê xwe ne, hêviyên wan bo sala nû ew bû, bikarin di nêzîktirîn dem de vekerin ser cih û warên xwe.

Bi govend, şahî û dîlanên curbicur, koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newroza 2022an kirin. Kurdên ku 2 salan ji ber tedbîrên Koronayê ji aheng û şahiyên Newrozê bêpar mabûn, kêfxweşiya xwe eşkere dikin û dibêjin; tevî daketina pileyên germahiyê, lê kêfa wan bi hatina Newrozê bi gotinan nayê şirovekirin.

Koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ev çend sal in li Herêma Kurdistanê dimînin û dûr ji gund û bajarên xwe ketine, hêviyên wan bo sala nû mîna hemû salên derbas bûyî ne, aştî, aramî û vegera herêmên wan.

Bi beşdariya cemawereke mezin ji koçberên Rojavayê Kurdistanê, çalakiya Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) a taybet bi cejina Newrojê li navçeya Behrikê ya bi ser Hewlêra Paytext ve bi rê ve çû.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e cejina Newrozê li dervî Rojava dikin, hêvî dikin ku xewna vegera welat di sala nû de û di nêzîktirîn dem de pêk were.