Serok Barzanî û Muqteda Sedir pîrozbahiyê li hevdû dikin

Li gor daxuyaniya Ofîsa Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir vê êvarê Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir pêwendiyeke telefonî encam dan.

Hewlêr (K24) – Li gor daxuyaniya Ofîsa Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir vê êvarê Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir pêwendiyeke telefonî encam dan.

Di daxuyaniya Ofîsa Sedir de hat diyarkirin; di pêwendiya telefonî de her yek ji Serok Barzanî û Muqteda Sedir, bi boneya pêkanîna kutleya herî mezin a parlamentoyê "Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman" li Parlamentoya Iraqê, pîrozbahiya hev kirin.

Herwiha bi boneya ragihandina namzedên serokomar û serokwezîr, pîrozbahiya hev kirin.

Îro li Bexdayê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, "Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman" hat ragihandin.

Serokê Kutleya Sedir Hesen El Ezarî di civîneke çapemeniyê de ragihand; Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, Rêber Ehmed weke namzedê postê serokomariyê û Cehfer Mihemed Baqir El Sedir weke namzedê postê serokwezîriyê dinasîne.

Biryar e roja şemiya bê, rûniştina parlamenteran ji bo hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê birêve biçe.

Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xist û piraniya kursiyên parlamentoyê di destê vê hevpeymaniyê de ye.

Piştî ku serokomar were hilbijartin, li gor destûrê, serokomar namzedê kutleya piranî ku Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman e, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar dike.