Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Baregeha Barzanî ragihand; Serok Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêwendiyeke telefonî encam dan.

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî ragihand; Serok Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêwendiyeke telefonî encam dan.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat diyarkirin; êvara çarşemê 23ê Adara 2022yan di pêwendiyeke telefonî de Serok Mesûd Barzanî û Mihemed Helbûsî, Serokê Parlamentoya Iraqê pêngavên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî destxweşî li pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman kir û weke pêngaveke girîng bi nav kir û hêviya xwe anî ziman ku ev pêngav bibe havêna xêr û seqamgîrî û vejînê ji bo hemû aliyan pêk bîne.