Nivîskarê Iraqî: Mesûd Barzanî sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye

Iraqî Xelîl Zubeydî diyar dike; Serok Barzanî ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Nivîskarê Iraqî Xelîl Zubeydî diyar dike; Serok Barzanî ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye. Herwiha eşkere dike ku her dema serdana Hewlêrê dike, werçerxaneke nû ya avakirinê dibîne, ku Mesrûr Barzanî rola sereke tê de dibîne, lê belê li Bexdayê her roj dosyeyeke gendeliyê ya xirabtir tê dîtin.

Xelîl Zubeydî ku li Iraqê nivîskarekî navdar e, di gotareke xwe de bi sernavê "PDK û Serokê wê…" ku li malpera Sewt El Iraq (Dengê Iraqê) belav kiriye, destnîşan dike: “Di jiyannameya partiyên siyasî yên kevn ên Iraqê de, tu neçar î ku behsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikî, weke yek ji partiyên herî serkeftî ji bo gihîştina armancên xwe, ev jî vedigere bo Mela Mistefa Barzanî, ku bi dirêjiya bi dehan sal bi awareyî, ji bo armancên Kurdan, seqamgîrî û demokrasiyê xebitiye û pêşengê tevgera şoreşgeriyê bûye û hemû rê ji bo bidestxistina armancên xwe girtine ber xwe.

Zubeydî diyar dike ku Serok Mesûd Barzanî berdewamî daye şoreşê û mekanîzmaya guncaw girtiye ber xwe ji bo muamelekirina ligel Îran û şerê Bexdayê.

Herwiha dibêje: “Ev serokê nû yê partiyê bi hişmendiyeke aram û gelek bi hêvî xebitiye ji bo mafên Kurdan, ku ji bavê wî ve jê re maye, loma di vê qonaxê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşketineke gelek bi kalîte di xwe de dîtiye û nav û dengê xwe li navxwe û derve parastiye.”

Xelîl Zubeydî destnîşan dike: “Ji bo wan destkeftên ku Kurd îro bi dest xistine, heq e ku em bibêjin: Kak Mesûd ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye. Tevî ku ew aliyên siyasî yên 20 sal in Iraqê birêve dibin, şikest û têkçûn berhem anîne, loma mafê welatiyan heye ku şanaziyê bi Mesûd Barzanî bikin.”

Zubeydî bal dikşîne ser wê yekê ku ciwanan roleke sereke di avakirina Herêma Kurdistanê de lîstine û di vê çarçoveyê de dibêje: “Di warê siyasî û avakirinê de rola sereke ya Birêz Mesrûr Barzanî tê dîtin, ku yek ji rûyên herî diyar ê ciwanên salên borî ye.”

Nivîskarê Iraqî dibêje: “Ez pîrozbahî li birayên me yên li Kurdistanê dikim, ku şiyana wan heye rûbirûyî kêşe û nexweşî û metirsiyan bibin û ji bo bidestxistina armancên serkirdetiya PDKê de, li gor nêrîna min kesê herî baş ku hilgirê peyamê ye Kak Mesrûr e. Tiştê ku dibêjim ji bp piyahildan nîne, beşek e ji rastiyên dîrokê. Çimkî di her serdanekê de bo Hewlêrê, werçerxana avakirinê dibînî, lê li Bexdayê her roj gendelî tê dîtin.”