Pêşangeha Berhemên Cizîrî li Diyarbekirêhat vekirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li birca Keçê ya Kela Diyarbekirê pêşangeha berhemên Îsmaîl Rezaz El Cizîrî hat vekirin. Di pêşngehê de bal hat kişandin ku Cizîrî yê ku di sedsala 12 emîn de jiyaye, bi berhemên xwe pêşengiya teknolojiya heemdem kiriye û mebest ji vê pêşangehê jî ew e ku berhem û şiyanên Cizîrî bidin nasîn da ku ew zîrekî û çalakiya wî îlhamê bide nivşên nû.

Bi beşdariya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Sueyman Soylu û Parêzgarê DiyarbekirêMunîr Karaloglû, ji aliyê Muzexaneya Cizîrî ya Stembolê ve, pêşangeha berhemên Cizîrî li Diyarbekirê hat vekirin. Di destpêka merasîma vekirina pêşangehê de, Wezîrê Naxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu, balê kişand ku li ciyên şer û alozî hebe, zanist û huner paşve diçe û loma jî divê ji bo nivşên nû bingeheke aştiyan bê amade kirin da ku ew jî di rêça Cizîrî de biçin û îcadên pêşeng hilberînin.

Cîgira Rêvebirê Muzexaneya Cizîrî Ya Stembolê Nîsanûr Çalişkan, ragihand ku berhemên Cizîrî ku di pirtûkeke xwe de berhevanîye, ji aliyê bavê wê yê endezyar Dûrmûş Çalişkan ve  jinûve hatine çêkirin û ew jî dixwazin şiyan û berhemên Cizîrî li welatê Cizîrî bidin danasîn.

Nîsanûr Çalişkan ji K24ê re got: “bİ vê projeyê berhem û makîneyên Cizîrî jinûve hatin çêkirin û me li Stembol û Antalyayê jî pêşangehên Cizîrî vekir. Wek xala sêyemmîn jî me xwest berhem û şiyanên Cizîrî li  welatê Cizîrî ku li qesra Artukuyan a li nav Surên Dİyarbekirê Serendezyarî kirîye bidin nasîn. Di berhemên Cizîrî de zanist û huner pêkve hatine hûnandin û bipêşxistin ku îro, xebatên Cizîrî wek destpêka zanist û teknolojiya chanê tê qebûl kirin û dîsa wek destpêka kodên robotîk jî xebatên wî wek bingeh tê dîtin.”

Bi navê xwe yê resen Îsmaîl Rezaz El Cizîrî di sedsala 12 emîn jiyaye û xebatên wî yên di warê mekanîkê de, bingeha teknolojiya hemdem û makîneyên teknîk wek mîrate bo cîhanê mirovahiyê hiştiye. Cizîrî li gel berhemên mekanîkî û teknolojiyê, pêyker û teşeyên gelek xeyalên xwe jî hunandiye û tarîfa çêkirina wan berheman jî di pirtûkekî de berhev anîye.

Serokê Karûbarên Civakî û Çandî yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Alî Çelîk jî balê kişand ku Cizîrî şexsiyeteke girîng yê cografya Mezopotamyayê ku navê xwe jî ji wir wergirtiye û nasîn û danasîna wî jî gelek girîng e.

Alî Çelîk dibêje: “Em îro xeyalên Cîzîrî ku 800 sal berê ve makineyan dariştiye û di berhemên xwe de huner û zanistê pêkve bikaranîye dibînin. Nivşên me yên nû dê li vê pêşangehê xeyalên 800 sal berê yên Cizîrî ku ji aliyê Endezyarê bi navê Dûrmûş Çalişkan ve di 15 salan de,  ji nû ve hatine çêkirin bibînin. Cizîrî îro wek pêşengê zanista modern û teknolojiya androîdê tê nasîn û emê hewl bidin da ku bi vê pêşengehê wê şexsiyeta wî ya girîng û xebatên wî yên bêhempa bidin nasîn.”

Pêşangeha Cizîrî dê heta 2 mehan ji bo serdanan vekirî bimîne.