Mamoste Qedrî Yildirim li Stenbolê hat bibîranîn

Rewşenbîr û zimanzanê Kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim ê ku li ser çand, dîrok û zimanê Kurdî xebatên berfireh kiribû û gelek pirtûk nivîsîbû di yekem salvegera koça xwe ya dawîn de li Stenbolê di panelekê de hat bîranîn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Rewşenbîr û zimanzanê Kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim ê ku li ser çand, dîrok û zimanê Kurdî xebatên berfireh kiribû û gelek pirtûk nivîsîbû di yekem salvegera koça xwe ya dawîn de li Stenbolê di panelekê de hat bîranîn. Malbat, nivîskar û gelek dostên Yildirim beşdarî panelê bûn û bal kişandin ser girîngiya xebatên wî yên li ser Kurdan. Hevjîna wî jî da zanîn gelek xebatên wî yên nû yên li ser Kurdan hebûn lê ji ber koça wî ya dawî ev xebat tev nîvco man.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim ê rewşenbîrê navdar û zimanzanê Kurdî ku li ser çand û zimanê Kurdî gelek pirtûk nivisî û lêkolînên berfireh kiribû di yekem salvegera koça xwe ya dawîn de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Stenbolê di panela ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve hat sazkirin hat bîranîn.

Malbat, nivîskar, dost û gelek hezkiriyên Qedrî Yildirim beşdarî panelê bûn.

Rêvebirê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskîn bal kişand ser girîngiya hessasiyeta Qedrî Yildirim û xebatên wî.

Abdullah Keskîn diyar kir: “Ew niha jî referanseke pir pir baş e. Pir bi disîplîn dixebitî. Heta wefata wî ew tekstên Kurdî dişandin wisa bi rêkûpêk bûn hema bêje qed xeletî tunebûn. Bi awayeke cidî nêzîkî xebatên Kurdî dibû û bi vî awayî xebat dikir li ser Kurdî.”

Hevjîna wî Canan Yildirim da zanîn gelek xebatên wî yên li ser Kurdan hebûn ku dê bi dawî bianiya lê ji ber wefata wî nîvco man ku ew tev pê êşiyan.

Canan Yildirim destnîşan kir: “Tim digot; ‘tiştekî neyê serê min da ku xebatên min biqede’ lê emir têrî nekir û gelek xebatên wî nîvco man. Ev jê ra jî ji me ra jî bû derd. Xwezî Xwedê çend salan emir bidayê ku ew hesret di dilê wî nemaya û xebatên xwe biqedanda. Daxwaziya wî ew bû ku gêncên me xwedî li dawaya Kurdî derkevin. Zarokan re jî digot; ‘Ez bimirim xebatên min ji we re mîras bimîne divê hûn xwedî lê derkevin.’

Nivîskar û lêkolîner Xalid Sadinî amaje kir Yildirim jiyana xwe bo ziman, edebiyat û tarîxa Kurdî terxan kiribû.

Xalid Sadinî eşkere kir: “Ev e nêzîkî 100 salan e li Tirkiyê înkara ziman, tarîx, çand û wêjeya Kurdî tê kirin. Ji ber hindê Qedrî Yildirim dixwest ku gef û înkara dewletê ya li ser ziman û edebiyata Kurdî rake û ji bo vê jî gelek xebat kir û jiyana xwe bo vê yekê terxan kir lê emrê wî têrî nekir. Her çiqas ne bi dilê me jî ket siyasetê lê di siyasetê de jî bo Kurdî têkoşîn da. Mixabin negihişt miraza xwe gelek miraz û meqsedê wî di dilê wî de man.”

Mamosteyê Zanîngehê Qedrî Yildirim ê ji Diyarbekirî ku bo vekirina beşa zimanê Kurdî li zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê gelek ked dabû li ser dîrok, çand û zimanê Kurdî ji zêdeyî 12 pirtûk nivîsî bû gelek kitêbên din ên Kurdî jî amade dikir lê par di 26ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.