Mesrûr Barzanî: Min hest bi niyetpakiya serkirdeyên Res El Xeyme kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 26ê Adara 2022yan li bajarê Res El Xeyme yê Îmaratê, ligel Hakimê Res El Xeyme Şêx Siûd bin Seqer El Qasimî civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 26ê Adara 2022yan li bajarê Res El Xeyme yê Îmaratê, ligel Hakimê Res El Xeyme Şêx Siûd bin Seqer El Qasimî civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serdana xwe de diyar kir: “Min hest bi niyetpakiya serkirdeyên Res El Xeyme kir, ji bo destpêkeke nû ligel gelê me.”

Di çarçoveya serdanê de bo Îmarata Erebî, bi yaweriya şandeke bilind  a hikûmetê, biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê bibe, ku rojên 28-29ê Adarê dê li bajarê Dubey birêve biçe û di wê forumê de behsa guhertinên navçeyê û pêşvebirina veberhênana di warê enerjiyê de bê kirin.