Mesrûr Barzanî ligel Şêx Mihemed Bin Raşid dicive

Di civînê de, tekezî li girîngiya bihêzkirina dostanî û hevahengiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubay ligel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Mîrê Dubay Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektom civiya.

Di civînê de ku Cihnişînê Dubay û Cîgirê Serokwezîrê Şêx Hemdan û Cîgirê Mîrê Dubay û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî Şêx Mektom Bin Mihemed Bin Raşid û hejmareke din a berpirsên pilebilind ên Îmaratê amade bûn, guftûgo derbarê dawî guhartinên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin kirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina dostanî û hevahengiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin.