Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Korbenda Enerjiyê li Dubay dest pê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî yek ji beşdarên sereke yên korbendê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li bajarê Dubay dest pê kir.

Di korbendê de, hejmarek ji berpirs û şarezayên di warê enerjiyê de beşdar in, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî yek ji beşdarên sereke yên korbendê ye.

Şandeyê K24ê bo romalkirina korbendê da zanîn, di korbendê de çendîn panelan tên lidarxistin û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî û pisporên di warê enerjiyê de beşdar in. Kesên beşdar jî li ser veberhênana enerjiyê diaxivin.

Diyar kir jî, beşdarên korbendê guftûgoyan li ser astengiyên sektora enerjiyê li cîhanê, veberhênan û pîşesaziya enerjiyê dikin, di heman demê de jî ligel pêşvebirina sektora enerjiyê, ew tekeziyê li ser wê xalê dikin ku çawa bikarin keşûhewayê jî biparêzin.

Şandeyê K24ê da zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza korbendê hejmarek hevdîtinan pêk tînin.

Diyar kir jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di korbendê de behsa pêşvebirin û pêşeroja enerjiyê li Herêma Kurdistanê dike û ronahiyê dixe ser astengiyên ku di vî warî de rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin.

Şandeyê K24ê amaje bi wê da, gelek kompaniyên mezin ên beşdariyê di vê korbendê dikin, li Herêma Kurdistanê veberhênanê di warê enerjiyê de dikin.