Gotara Mesrûr Barzanî li Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê ya li Dubay

Kurdistan di demeke kurt de dibe çavkaniyeke girîng a dabînkirina enerjiyê ji bo navxwe, Iraq û cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubay, gotarek bi navnîşana “Pêşvebirina Enerjiyê, Hinardekirin û Pêşeroja Herêma Kurdistana Iraqê” pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, piştî pêncî salî Îmaratê her du armancên xwe pêk anîn, ew welat hêzê dide hemû herêmê û serkirdatiya wê jî bi awayekî jîrane çavkaniyên xwezayî û karînên mirovî bi kar tîne.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubay:

Ez şerefmend im ku îro ligel we me ji bo axaftina li ser siberoja şiyana enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê, min hêviyên xelkê xwe ligel xwe anîn.

Bi awayekî taybet, ez ji vê gotara xwe ya li vê derê çêj werdigrim, ku bav û bapîrên piraniya we, nêrînên wan ên nuwaze hebûn ji bo avakirina welatek bo welatiyên xwe û bibe nimûneyek ji bo cîhanê.

Piştî pêncî salan, Îmarat herdu armancên xwe bi dest xistin, welatê we ji bo hemû navçeyê hêzbexş e û serkirdeyên wî bi awayekî jîrane çavkaniyên sirûştî û şiyanên mirovî bi kar anîn.

Di her pêngava roja we de, enerjî bi berdewamî û rasterast hatiye bikaranîn, li cîhanê ti welatekî din bi vî awayî bi bandor nebûye di bikaranîna enerjiyê weke binemayekê ji bo avakirina welat.

Dixwazim spasiya Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl Mihemed El Mazrouei û Serokê Encûmena Atlantic Frederick Kempe bikim ku ez vexwandim dest bi vê lûtkeyê bikim ku di demeke guncaw de hatiye. Herwiha spasiya rêkxerên vê korbendê dikim ji bo sazkirin û komkirina me hemûyan li vir. Ez guhdarîkirina fikr û ramanên we û pirsên we çaverê dikim.

Îro ez li pêşiya we me, di çarçoveya serdaneke hefteyî de bo Îmaratê, di heyama kêmtir ji mehekê de, ev cara duyem e ez li vir im, bi armanca dirustkirina pêwendiyên cidî, herwiha ji bo fêrbûna ji ezmûna we. Di her pêngaveke vê serdanê de, min guftûgoyên tijî zanyarî ligel serkirde û bîrmendan kir.

Ji bo min pir zelal e ku gelek nêrînên me yên hevbeş hene. Em welatiyên xwe diparêzin û xizmeta wan dikin. Di heman demê de jî, penagehê ji xelkên din re pêşkêş dikin. Em endameke aktîv a civaka navdewletî ne û kar ji bo dabînkirina pêşerojeke baştir dikin.

Di salên borî de, me li Kurdistanê li we dinêrî û em ji ezmûna we ya li Îmaratê fêr dibûn, tevî ku me çendîn car berbestên cidî derbas kirin.

Çîroka me ya enerjiyê hêvîbexş e, me ji destpêkê ve dest pê kir, 15 sal berê, dema me yasaya veberhênana petrolê derxist, ji bo herêmek ku di rojekê de nêzîkî nîv milyon bermîl petrol berhem tîne û hinarde dike, herwiha di rojekê de nêzîkî nîv milyar sêca gaz berhem tîne û ligel hebûna xwesteka pêşvebirina herduyan, lê belê ev karekî hêsan nebû.

Aloziya mezhebî li çend beşên welat û derketin û rûxandina koma terorîstên DAIŞê, ku rola me ya sereke di jinavbirina wê de hebû, neseqamgîriya siyasî ya li Iraqê û piştre jî encamdana zilm û stema li dijî me ji aliyê biryarên wê ku jê re dibêjin "Dadgeha Federal", lê em serkeftî bûn, nêrîna min ew e ku em ber bi pêşveçûnê ve diçin.

Bikaranîna şiyanên me yên enerjiyê bi awayekî bi bandor û jîr, karê me yê sereke bû ji bo avêtina pêngavan ber bi siberojê ve, hikûmeta me ev yek kire pêşniyeke stratejîk, ku heta hetayê Kurdistanê diparêze.

Siberoja me li ser enerjiyê tê avakirin, bi rêya her yek ji welatiyên me ku dema xwe ji bo pêşveçûn û serkeftinê bi kar tînin, herwiha bi rêya berdewambûna pêşvebirina çavkaniyên sirûştî, ku em Kurd me ji bo wê kar kiriye, bi dirêjiya çendîn dehsalên ceng û çendîn berbestên din.

Em niha gihîştine xalekê di dîroka xwe de, ku ji bo avakirinê amade û li piya ne, piştî hemû qurbanîdanên me. Derfeteke me ya mezin heye ji bo dabînkirina enerjiyê bo bazara navxwe û cîhanî, em li ser wê yekê rijd in ku Kurdistanê bikin navendeke enerjiyê li navçeyê.

Ango em niha li ser vê mijarê çi dikin? Stratejiya enerjiyê ya hikûmeta me li ser du bingehan hatiye avakirin.

Berpirsyariya min a yekem, cîbicîkirina daxwaz û xwesteka welatiyan e, ku berdewam di zêdebûnê de ye. Bi dirêjahiya çendîn dehsalan, ji destpêka damezrandina Herêma Kurdistanê ve, daxwaza li ser enerjiyê zêde dibe. Malbatan xanî û otomobîl zêdetir kirrîne, xizmetguzariyên giştî bo kûrahiya deşt û gundan hatine gihandin, cara yekem paytexta me, Hewlêr, di rê de ye ji bo bûna navenda herêmê ji bo bazirganî û veberhênanê.

Di nava sê salên borî de guherînên mezin rûdan, di sektora giştî de me baştirîn siyasetên peyrewkirî yên cîhanî cîbicî kir, rêkarên ji bo encamdana proseya çaksaziyê û dûrxistina hemû berbestan girte ber xwe.

Me hemû rutînan li ber pêşveçûna sektora taybet rakirin, em yekeman han didin û dahêneran xelat dikin.

Me sektora giştî kire elektronîk û ev pêngav bûye sedema kêmbûna derfetên gendeliyê û xemsariyê. Em niha di sîstema bank û bacê de çaksaziyan dikin, ev jî dê bibe sedema jiholêrabûna berbestan li ber veberhênan û dahênanê.

Pêşveçûne rêyeke girîng e ji bo armancê, hikûmeta me dirustkirina çend navçeyên pîşesazî û aborî yên mezin ragihandiye, lê belê hîn rêyeke dûr û dirêj li ber me ye, tevî vê, me şiyanên xwe berfireh kirin, em rûbirûyî wan kêşeyan bûne, ku me nekarî pêwîstiya enerjiya hinek hevbeşên me yên navxweyî cîbicî bikin, weke nimûne; daxwaza li ser gaz du qatên asta berhemanînê ye.

Ev ne ew rewş e ku em dixwazin tê de bin, me pêngavên bilez avêtine ji bo derbasbûna ji vê rewşê, di vê dema dawî de Amerîka daxwaza xwe li ser sektora gaza me nîşan da û piştevaniya maddî pêşkêş kir, weke beşek ji hewldanên zêdekirina berhemanîna gazê. Ez dizanim îro hinek ji hevbeşên me ku li vir in, beriya niha ligel hikûmeta me û desthilatên xwecihî gotûbêj kirine ji bo tijekirina hinek ji kêşe û valahiyên demkî.

Em berdewam dibin di avakirina wêstgeha enerjiya zêdetir û enerjiya pak de ji bo siberojeke bihêz, di heman demê de em di pêşvebirina hinardeya xwe de berdewam dibin, ez bawer im Kurdsitan di demeke nêz de dê bibe çavkaniyeke girîng a ji bo daxwaz û xwesteka cîhanê, ku bi awayekî berdewam di zêdebûnê de ye. Em ê di demeke nêz de bibin hinardekarê gazê ji bo beşên din ên Iraqê, Tirkiye, Ewropa û pêwîstiya asayîşa enerjiya wan dabîn bikin, niha şiyana me ya hinardekirina petrolê heye, ku roleke girîng a aboriyê li jiyana me dilîze û di heman demê de rola girîng di dabînkirina enerjiyê bo hevbeşên me de jî heye, bireke mezin a yedega petrol û gaza me li herêma me heye.

Min ligel hikûmetên Iraq, Tirkiye û welatên Kendavê gotûbêj kiriye, li ser damezrandina rêyeke trênê ya navçeyî. Ez bawer im ev dê bibe werçerxanek ji bo Iraq û navçeyê, ku rêya bazirganiya nû û pencereyeke din li ber hemahengiya navçeyê veke.

Ji bo cîbicîkirina vê planê, pêwîstiya me bi alîkarî û piştevaniya hevalên me heye ku piraniya wan îro li vê holê ne, herwiha wêrekiya hevbeşên me ji bo zalbûna li ser berbestan. Kurdistaneke bihêz û xwedî aboriyeke serbixwe, gef nîne li ser cîranên me û hevbeşên me yên li Bexdayê, di rastiyê de berevajiyê vê ye.

Me car din bihêzbûna armancên xwe û wefaya xwe ji bo hevalên xwe nîşan da, em kesên wisa ne ku xwedî gotina xwe ne. Eger em weke bereyeke yekbûyî bixebitin, ew kêşe û berbestên ku bandora wan li ser me heye, dê kêm bibin. Em dikarin alîkariya welatên herêmî û cîhanî bikin û em dikin, da ku di dabînkirina pêwîstiyên enerjiyê de alîkarê wan bin. Herwiha bihêzkirina civaka xwe. Di demekê de em berdewam dibin di pêşvebirina sektora gaz û petrolê de, di heman demê de bi berdewamî jî kar li ser enerjiya pak dikin. Guherîna me ber bi enerjiya pak, niyetpakî û pêwîstiyeke aborî ye. Lêçûnên enerjiya pak, sal li pey sal kêmtir dibin. Hikûmet bi awayekî berfireh enerjiya pak han didin û piştgiriya darayî lê dikin.

Gelek baş di bîra min de ye ku beriya 10 salan, kesên şareza dewlet û hikûmetên xwe ku pişta xwe bi petrolê ve girêdane, agahdar dikirin, ku eger ber bi enerjiya pak neçin, dê aboriya wan hilweşe, ew niha ye ku nabe êdî pişta xwe sbi petrol û gazê girêdin, heta nav lê kiribûn ku serdema dawiya sotemeniya fosîlan. Lê belê niha li Ewropayê pevçûn heye û vê pêşbîniyê red dike. Divê em li vir eşkere bikin ku em li Kurdistanê eger hevbeşên me yên li Bexdayê alîkarên me bin, şiyana me heye ku em beşek ji pêwîstiya enerjiya Ewropayê dabîn bikin.

Îro ez dixwazim li ser pêwîstiyên me û li ser nirxandinên me hûr bin. Ti gumaneke min li ser wê yekê tune ye ku di siberojê de petrol û gaz dê weke beşeke girîng a cûre û çavkaniyên enerjiyê bimîne. Her çiqas ez bawer im nabe em weke yekane çavkaniya dahatê ji bo pêşketinê li petrolê binêrin, lê belê ev di şev û rojekê de pêk nayê.

Kabîneya min pêngavên girîng ji bo berfirehkirina dahatan avêtine, da ku em li hember bihayên necîgir ên enerjiyê yên li cîhanê, parastî bin. Em bi amadekirina reşnivîsa yasaya pîşesaziyê û derxistina rênimayên jîngehê ve mijûl in, ji bo handana kompanî û desthilatên xwecihî û dirustkirina rikaberiyê.

Ev berfirehiya çavkaniyan bi awayekî sereke tekezî li ser çandinî û pîşesazî û beşên xizmetguzariyê dike, tevî sektroa enerjiyê, ne ku bibe cîgirê petrolê. Em pêngavên girîng di warê pêşvebirina şiyanên sektora enerjiyê de diavêjin. Em û piraniya welatên cîhanê divê du bikaranîna petrol û gazê de jîrtir bin.

Beriya niha me projeyên biçûk ji bo veberhênana enerjiya rojê ragihandibû, niha kêfxweş im ku kompaniyên mezin ên Kurdistanê veberhênanê di projeyên veberhênana enerjiya rojê de dikin.

Ji bo berhemanîna elektrîkê bi rêya avê, em bi çêkirina çend bendavên biçûk û mezin ve mijûl in. Ev projeyên me nîşaneya wê yekê ku em ji bo siberojeke kesktir rijd in.

Ez dixwazim ji bo we hemûyan tekez bikim ku kabîneya min pabend dibe bi wan peymanên ku ligel kompaniyan hatine îmzekirin. Ew peyman li gor yasaya petrol û gazê ya Kurdistanê û destûra herdemî ya Iraqê ye û beşek e ji siberoja me ya hevbeş.

Dixwazim tiştek li ser biryara van demên dawî ya bi navê "Dadgeha Federal" a li Bexdayê zelal bikim, ku nîşaneya pirsyarê xiste ser mafê me yê pêşvebirina pîşesaziya petrolê li Kurdistanê. Ev biryar siyasî ye û li dijî destûra herdemî ya Iraqê ye. Ev biryar ji bo wê yekê hat dayîn ku zextê li ser me bikin di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de. Dost û hevbeşên me dikarin vê mijarê bi zelalî bibînin.

Lê belê ez dixwazim we û veberhênerên me dilniya bikim ku ev biryar ti kêşeyek ji bo veberhênanê di warê enerjiyê de li Kurdistanê nake. Deriyê me ji bo bazirganiyê vekirî ye û em li Kurdistanê li benda pêşwazîkirina hevbeşên nû ne.

Di dawiyê de ez destê dostanî û hevkariyê dirêjî we dikim. Min di destpêka gotara xwe de behsa wê yekê ji we re kir ku welatê we nimûneyeke ronî ye ji bo hemû cîhanê. Tiştê ku min behs nekir ew bû ku destkeftên we ezmûneke baş in ji bo min, ku çawa welat û civak kar dikin.