Mesrûr Barzanî: Destûrê diyar kiriye mafên me çi ne û berevaniyê li wan mafan dikin

Kurdistan yek ji navendên dabînkirina enerjiyê ji bo navxwe, Iraq, Ewropa û cîhanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di paneleke Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubay de derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de ragihand, ti bihaneyek ji wê êrîşê re nebû, aliyê êrîş kiriye jî ji bo bihneyekê bigire got ku wan pêgeheke Îsraîlê kirine armanc, ev jî ne rast e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Ev êrîşa di vê dawiyê de hatiye kirin, dixwazin di qada navdewletî de bikin bihaneyek, ji ber wê me daxwaz kir ku lêkolîneke navdewletî bê kirin. Me daxwaz ji Hikûmeta Federal û Parlamentoya Iraqê û me daxwaz ji Îraniyan jî kir ew bi xwe bên bibînin ku ew gotegotên hatine gotin, rast in yan na. Bi piştrastî ti bingehek jê re nîne û em dizanin ku ev tenê fişarek e li ser me.”

Derbarê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman a ji bo avakirina hikûmeteke nû hatiye pêkanîn de, Mesrûr Barzanî got: “Em li pêşerojê dinêrin û em dixwazin hikûmetekê ji yên berê cuda li Bexdayê ava bikin. Pêkanîna hikûmeta nû wek ew dixwazin nebû, ji ber ew fişarên siyasî li ser endamên wê hevpeymaniyê dikin ta ku vekişin û ew bandora xwe li ser Iraqê zêdetir bikin, ji ber wê guman heye ku yek ji sedemên wê êrîşê jî hiyariya me ye.”

Got jî: “Em yek ji navendên dabînkirina enerjiyê ne, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, lê belê ji bo tevahiya Ewropa û cîhanê. Em zêdetir petrolê peyda dikin û hewla pêşxistina wê didin û ev yek ne di berjewendiya Îraniyan de ye û dibe ev jî sedemeke din a êrîşê be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir jî, ne tenê bi êrîşên mûşekî hewl didin rê li ber me bigirin, lê belê saziyan jî bi awayekî xirap bi kar tînin ji bo rê li ber karê me yê ku di berjewendiya tevahiya herêm, Iraq û cîhanê de ye bigirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê biryara Dadgeha Federalî ya derbarê gaz û petrola Herêma Kurdistanê de got: “Em bi Hikûmeta Federalî re di danûstandinan de ne. Em dixwazin mafên xwe yên destûrî biparêzin, destûrê diyar kiriye ku mefên me çi ne û çawa divê serederiyê bikin, hikûmeta Iraqê jî vê dizane, anku biryara Dadgeha Federalî ti pêwendiya wê bi destûrê ve nîne, ew biryar, biryareke siyasî ye û ji aliyê kesên siyasî ve hatiye dayîn ji bo fişarê li me bikin.”

Herwiha got: “Divê em wê yekê ronî bikin ku çawa serederiyê bi pirsa petrol de dikin. Di destûrê de maf diyar in, anku e, dizanin çi bikin û çi nekin. Yasayeke me heye ku di sala 2007ê de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin. Li aliyê din yasayên niha yên Iraqê ji rejîma kevin in û yên salên 70’î ne. Ev tê wê wateyê ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de pirsgirêk hene. Di dema ku guhertinên di destûrê de hatin kirin, hinek yasa nehatine guhertin. Me hewl da ku van yasayan biguherînin.”

Serokwezîr derbarê rola Amerîkayê ya li herêmê de jî got, “Amerîka hevalbendek baş e. Ew di salên borî de pir alîkar bûn. Em dixwazin ev berdewam bike. Bê guman em piştevaniya her hewleke aştiyane dikin, lê em naxwazin aştiya bi aliyekî re bandorê li ewlehî û aramiya aliyê din bike. Em dixwazin pêwendiyên Amerîka yên ku li Rojhilata Navîn gelek hevalbendên wê hene, li ser esasê rêzgirtina dualî bin. Di heman demê de em alîgirê rêzgirtina li nirx û berjewendiyên her du aliyan in.”