Zelensky: Nîşaneyên erênî yên danûstandinên bi Rûsyayê re hene

Zelensky: Ne pêkan e axaftin li ser rakirina cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandin werin kirin, berî ku şer bi dawî bibe
Volodimir Zelensky
Volodimir Zelensky

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky roja Sêşemê ragihand, nîşaneyên danûstandinên bi Rûsyayê re dikarin erênî werin binavkirin, lê got jî ew mûşekên Rûsî nesekinîne.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky roja Sêşemê ragihand, ne pêkan e axaftin li ser rakirina cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandin werin kirin, berî ku şer bi dawî bibe.

Zelensky hişyariya xwe li ser soza Rûsyayê ya ji bo kêmkirina operasyonên xwe yên leşkerî li hin deveran, nîşan da û got ku ew hewlên xwe yên berevaniyê kêm nakin.

Rûsya û Ukrayna danûstandinên aştiyê li Stenbolê dikin. Zelensky got jî, Kîev tu sedeman nabîne ku ji gotinên hin nûnerên Rûsyayê bawer bike.

Serokê Ukraynayê got jî: “Em dikarin bêjin ku sînyalên em ji danûstandinan werdigirin erênî ne, lê ew teqînên topên Rûsî nasekinînin."

Zelensky tekez kir jî, Ukrayna tenê dikare bi encamên berbiçav ên danûstandinan bawer bike.

Zelensky got: “Tevî sozên ku tên dayîn, lê artêşa Rûsyayê hê jî xwedî şiyaneke mezin e ku êrîşên xwe li dijî welatê me bidomîne."