Wezareta Pêşmerge: Em sengerên xwe qayîmtir dikin

Proseya sengersaziya Pêşmerge berdewam e.

Hewlêr (K24) – Piştî biryara Wezîrê Pêşmerge ya li ser cardin sazkirina sengerên Pêşmerge û avakirina wan bi awayekî serbazî ya serdemî, bi rêya alîkarî û fermana Serokatiya Herêmê, proseya sengersaziya Pêşmerge berdewam e.

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand; ji bo ji nêz ve agahdarbûna li çawaniya erk û karê proseya sengersaziyê, îro 30yê Adara 2022yan Cîgirê Serokerkan bo Operasyonan Lîwa Qareman Şêx Kemal tevî Rêveberê Perwerdeya Serbazî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Ebdullah û Lijneya Raspartî ya Sengersaziyê, serdana sengerên hêzên Pêşmerge yên li mîhwerên yek û du kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin; di vê serdanê de Cîgirê Serokerkan bo Operasyonan, pesnê erk û karê Lijneya Sengersaziyê kir û li kêmasî û kêşeyên li ber vê proseyê pirsî.

Cîgirê Serokerkan ragihand: “Ev prose ji bo parastina canê yek bi yek ê Pêşmerge û tundkirina senger û baregehên hêzên Pêşmerge ye.”