Li Xaneqînê erdhej rûda!

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê eşkere kir, erdhejekê li bakurê rojavayê bajarokê Xaneqînê rûda.

Hewlêr (K24) – Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê eşkere kir, erdhejekê li bakurê rojavayê bajarokê Xaneqînê rûda.

Li gor daxuyaniya Keşnasiya Iraqê, îro şemiyê 2yê Nîsana 2022yan erdhejek bi pileya 3.4 li bakurê rojavayê Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyalayê qewimî.

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê eşkere kir ku erdheja li Xaneqînê di demjimêr 15:05an de rûdaye û hîn ziyanên canî û maddî nehatine tomarkirin.