Welatên Baltik hawerdekirina gaza xwezayî ji Rûsyayê rawestand

Latvia, Estonya û Lîtvanya hawerdekirina gaza xwezayî ji Rûsyayê rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Kompanyaya Veguhestin û Embarkirina Gaza Xwezayî li Latviyayê ragihand; welatên Baltîk hawerdekirina gaza xwezayî ji Rûsyayê rawestandiye.

Serokê Cibicîkar ê Kompanyaya Conax Baltic Grid, Oldis Paris got: “Ji 1ê Nîsanê û vir ve gaza xwezayî ya Rûsyayê nema diherike Latvia, Estonya û Lîtvanya."

Oldis Paris destnîşan kir ku bazara welatên Baltîk niha girêdayî yedekên gazê yên bin erdê ên Latviyayê ye.

Ev gav di demekê de tê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn hewl dide ku sûdê ji statuya Rûsyayê wekî çavkaniya sereke ya çavkaniyên enerjiyê bigire.

Digel ku aboriya Rûsyayê ji ber cezayên navneteweyî têk diçe, Putîn hişyarî da welatên Yekîtiya Ewropî ku divê hesabên bi Rubla Rûsî vekin, da ku buhaya gaza Rûsyayê bidin.

Di dema ku Amerîka qedexe danî ser neft û gaza Rûsî, Yekîtiya Ewropî bi berdewam gaza Rûsî werdigire, ku di sala 2201-an de ji sedî 40 ji dabînkirina wê bû.

Ji aliyekî din ve, Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku wek welatên Baltîkê bikin û li Twîrtera xwe nivîsî: “Ji vê mehê û pê ve êdî gaza Rûsyayê li Lîtvanyayê namîne.”

Ev di demekê de ye, Rojnameya “New York Times” got, tankerekê ku milyonek bermîl petrola Rûsî hilgirtiye di vê mehê de ji bendera Murmanskê li bakurê rojavayê wî welatî derket û berê xwe dabû Filadelfia, lê piştre ji nişka ve berê xwe guhert û di nîvê Okyanûsa Atlantîk de rawestiye.

Tankera Rûsî çend roj in li Deryaya Spî maye, barê xwe dîsa ji bo firotanê pêşkêş dine, bi hêviya ku kiriyarên nû bibîne.

Ew rojname dibêje, rawestandina wê tanker, aloziya ku bazirganiya petrola Rûsyayê rûbirûyî wê bûye nîşan dide, ji ber ku Amerîka, Kanada, Brîtanya û Awustralya ji ber êrişa Moskowê ya li ser Ukraynayê, hawerdekirina petrola Rûsî qedexe kirine.