Ukrayna ji nû ve kontrolkirina tevahiya herêma Kîevê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Ukraynayê ragihandin, piştî vekişîna hêzên Rûsî ji bajarên mezin ên li nêzî paytextê, ​​wan dîsa tevahiya herêma Kîevê kontrol kirin.

Cîgira Wezîrê Berevaniyê ya Ukraynayê Gana Maliar duhî ragihand, Ukraynayê kontrola tevahiya herêma Kîev bi dest xistiye, piştî vekişîna hêzên Rûsî ji bajarên mezin ên nêzîkî paytextê.

Maliar li ser Facebookê xwe nivîsî: “Erbîn, Bucha, Gostomel û tevahiya herêma Kîevê ji dagirkeran hatine rizgarkirin.”

Ukrayna piştrast kir jî, hêzên Rûsî bilez ji herêmên Kîev û Çernîhiv yên li bakurê welêt vedikişin, bi armanca herêmên li rojhilat û başûr kontrol bikin.