Hevpeymaniya Dewleta Yasa daxwaza vekirina rûpeleke nû dike

Biryar e Çarçoveya Hevahengiyê şandekê bi serokatiya Nûrî Malîkî pêk bîne ji bo ligel aliyan pirsa pêkanîna hikûmeta nû guftûgo bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî daxwaz ji aliyan dike, sûdê ji meha Remezanê werbigirin û rûpeleke nû vekin.

Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa Etwan Etwanî di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyan kir, sûdê ji meha Remezanê bibînin ji bo nakokiyên xwe bi dawî bikin û rûpeleke nû ji bo gelê Iraqê vekin.

Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa daxwaz ji aliyan kir jî, kar ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz bikin.

Biryar e jî Çarçoveya Hevahengiyê şandekê bi serokatiya Nûrî Malîkî pêk bîne ji bo ligel aliyan pirsa pêkanîna hikûmeta nû guftûgo bike.

Ev yek di demekê de ye, biryar bû Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) roja 30 Adara 2022an ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê biciviya, lê parlemanterên Çarçoveya Hevahengiyê û hin perlamenterên nêzîkî wê beşdar nebûn û rêjeya yasayî a parlamenteran kom nebû.