Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê gihişt asta herî bilind a 20 salên dawî

Li gor amarên fermî yên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya meha Adarê li gor beriya mehekê ji %5,46, li gor beriya salekê bere jî ji %61,14 zêde bû.

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê rêjeya enflasyonê ya salane ji %61,14 zêde bû û bi vê rêjeyê amarên enflasyonê gihişt asta herî bilind a 20 salên dawîn.

Li gor amarên fermî yên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya meha Adarê li gor beriya mehekê ji %5,46, li gor beriya salekê bere jî ji %61,14 zêde bû.

Herî dawî di sala 2002yan de rêjeya enflasyonê li ser vê rêjeyê bû ku wek ji %65,1 hatibû eşkerekirin.

Li gor amarên saziyeke sivîl a Grûba Lêkolîna Enflasyonê, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê ji %142,63 e.

Di nav berhem û kelûpelan de herî zêde nirxê mazot, benzîn, komir û pîvaz berz bû.