Zelensky peyamekê arasteyî dayîkên serbazên Rûsî dike

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, civaka navdewletî tawanên Bucha dê weke jenosîd binase.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, civaka navdewletî tawanên Bucha dê weke jenosîd binase.

Piştî kontrolkirina bajarokê Bucha û dîtina termên zêdetirî 300 kesên sivîl, Serokê Ukraynayê serdana Buchayê kir û di civîneke çapemeniyê de got: “Ez dixwazim dayîkên serbazên Rûsî wêneyên kuştiyên Buchayê bibînin.”

Volodimir Zelensky diyar kir: “Her roja serbazên me dema diçin nav deverên ku ji artêşê werdigrin, dibînin ku çi rûdaye. Ez dixwazim yek bi yek dayîkên serbazên Rûsî bi çavên xwe wan wêneyên xelkê sivîl ên li Buchayê hatine kuştin bibînin.”

Zelensky dibêje: “Niha wêneya Rûsyayê li hemû cîhanê bûye wêneya kuştiyên Buchayê ku çawa destên wan hatine girêdan û hatine êşkencekirin û piştre hatine kuştine.”

Serokê Ukraynayê tekez dike: “Tiştê li Buchayê rûdaye tawana şer e, ev tawan jî ji aliyê civaka navdewletî ve weke jenosîd tê nasîn.”

Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.

Piştî vê yekê, pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.