UNITAD: DAIŞê li Mûsilê çekên kîmyayî bi kar aniye

Serokê Tîma Lêkolînan a di Tawanên DAIŞê de (UNITAD): DAIŞê çekên kîmawî, bi taybetî (gaza Xerdel) li dijî welatiyan bi kar aniye.
Dîmenek ji wêraniya bajarê Mûsilê - Wêne: AFP
Dîmenek ji wêraniya bajarê Mûsilê - Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî yên di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Christian Richard eşkere kir, DAIŞê di dema dagîrkirina xwe de, gaza Xerdelê a qedexekirî li bajarê Mûsilê bikar aniye.

Di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Al-Sabah” de, Richer ragihand, tîma wan pêşveçûn di lêkolînên xwe de kirine û piştrast kir ku DAIŞê çekên kîmawî, bi taybetî (gaza Xerdel) li dijî welatiyan bi kar aniye.

Diyar kir jî, “DAIŞê bi riya pisporan û bi amêrên zanîngeha Mûsilê, lêkolînên xwe yên derbara bernameya çekên kîmawî de bi pêş xistine ku ev yek jî asteke nû ya tawanan nîşan dide.”

Destnîşan kir jî, tîma wan tawana Speicher lêkolîn kir, ku tawaneke cengê ya pir şokdar e bi hemû pîvanan hovîtîyeke gelekî mezin e.

Tekez kir jî: “Tîma lêkolînê bi karê xwe, armanc dike ku bi komkirina delîlan û avakirina dozan, endamên DAIŞê û serkirdeyên wan bi tawanên şer, tawanên li dijî mirovatiyê û jenosîdê berpirsyar bibîne.”

Serokê Tîma Lêkolînan a di Tawanên DAIŞê de amaje bi wê da, ew bi hevkariya ligel aliyên Iraqî kar li ser belgekirina gorên bikomî û tawanên DAIŞê dikin, ji ber ku rola wê ya girîng heye, ji bo lêpirsîna navdewletî di tawanên DAIŞê de bê kirin.