Li Diyarbekirê welatî nikarin erzantirîn şîranî jî bikirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di meha Remezanê de, ji ber ku mirov birçî dibin tama her xwarinekê xweştir û şîrîntir dibe. Şîraniyê xelek jî, yek jiwan xureka ye ku beriya meha Remezanê û pştî wê jî tê xwarin, lê di meha Remezanê de ji bo piştî fetarê ji aliyê welatiyan ve bi taybet tê sitendin.

Li Diyarbekirê şîraniya xelek, beşek ji çanda xwarinê ya bajêr e. Firoşkar û welatî tînin ziman ku şîraniyê xelek ji ber ku erzan û xweş e, di meha Remezanê de jî yek ji wan berhemên ku herî zêde dihat kirîn û firotin. Lê ji ber giranbûyîna fiyetan, êdî welatî nikarin şîraniya herî erzan jî bibin ser sifreya xwe yên fetarê.

Mirad Yuksel 23 sal in li Diyarbekirê şîranîya xelek çêdike û difiroşe, tîne ziman ku wî tu car serdemeke wiha nedîtîye ku welatî nikarin, vî şîraniya jî bistînin.

Mirad Yuksel ji K24ê re dibêje: “Kêşe heta ku bibêjî zêde ne, melzeme hemû giranbûne nayên kirîn, lêçûnên me her diçin zêde dibin. Ji ber bihabÛyînê milêt nikarin tiştekî bikirin. Welatî tên ku şîranî bistînin lê  dipirsin û ji ber hêza wan a kirînê tuneye nakirin bikirin û destvala diçin. Yanî pirsgirêk her diçe zêde dbin û xwedê dawiya me bi xêr bike.”

Welatî jî balê dikşînin ku ji ber giranbûyîna berheman, nikarin pêwistiyên  xwe yên serekî jî bibin ser sifreyên xwe yên fetarê û her diçe hêza wan ya bicîhkirina pêwistiyan jî têk diçe.

Şaban Karasakal jî bi hêviya ku şîraniyê xelek ku wek tamaka zarokatiya wî ye, ji bo fetarê bikire tê ber dezgahê; lê piştî ku fiyetê dipirse jî fiyet giran tê û nikare bikire.

Şaban Karasakal diyar dike: “Ji ber ku fiyeta wî giran hat min nikarî bikirim. Em ji zarokatiya xwe ve vî şîraniya dixwun û jê gelek hez dikin. Yanî şîraniyê xelek li Diyarbekirê navdar e.  Berê erzan bû llê niha her tişt biha bûye û ji ber melzeme biha bûne ew jî bûye. Yanî firoşkar jî mafdar in. Niha torbeya şekir bûye 800 lîre û her tişt wisa, ew jî mecbûrî giran dikin.”

Firoşkar û welatî balê dikşînin ku welatiyên berê  şîraniyên wek beqlewa, qedayîf û hwd yên girantir distendin, niha tên ji bo fetara xwe şîraniyên xelek distînin. Welatiyên ku pêwistiya xwe ya şîranî bi şîraniyê erzan ditîn jî êdî nikarin şîranî bikirin. Kîloya şîraniyê xelek heta 7 meh berê jî bi 15- 20 lîre bû, niha kîloya wan buye 30-40 lîre.