Serokê Şaredariya Mariupol: Nêzîkî 5 hezar kes hatine kuştin

Vadîm Boyçenko eşkere kir, di nava mehekê de ku bajar hatibû dorpêçkirin, nêzîkî pênc hezar kes hatine kuştin, ku ji wan 210 kes zarok in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Mariupolê Vadîm Boyçenko eşkere kir, di nava mehekê de ku bajar hatibû dorpêçkirin, nêzîkî pênc hezar kes hatine kuştin, ku ji wan 210 kes zarok in.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mariupolê, Vadîm Boyçenko bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna derbarê encamên siyasî û yasayî yên tawanên ku Rûsyayê li Ukraynayê encam dane, bû.

Vadîm Boyçenko di axaftina xwe de destnîşan kiriye, Mariupol beriya niha sembola geşepêdana Ukraynayê bû û niha ji aliyê serbazên Rûsyayê ve bi temamî hatiye wêrankirin.

Boyçenko diyar kiriye, divê welatên Ewropayê bersiva wan tawanans bide, ku bi ser gelê Ukraynayê de hatine kirin û gotiye: “Li gor pêşbîniyên destpêkê, tenê di meha dorpêça ser Mariupolê de nêzîkî 5 hezar kesan hatin kuştin, ku ji wan 210 kes zarok in.

Serokê Şaredariya Mariupolê eşkere kiriye, yekeyên serbazî yên Rûsyayê çendîn roj bi tundî nexweşxaneya zarokan bombebaran kirine, nêzîkî 50 kes bi zindî hatine şewitandin, tevî wê, avahiya şanoya bajêr ku 900 kesan xwe tê de veşartibûn, hatiye bombebarankirin.