DAIŞê du şivan revandin

Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li gundê Mihêdî yê li sînorê Qerac, du şivan revandin.

Hewlêr (K24) – Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li gundê Mihêdî yê li sînorê Qerac, du şivan revandin.

Jêderekî ewlehiyê ji polîsê Sergeran ji K24ê re ragihand, li gor lêkolînan, du şivan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û ber bi sînorê çiyayê Qereçûxê hatine birin.

Heman jêder eşkere kir, ji ber ku çavkaniyên darayî yên DAIŞê tune ye, armanca wan bi rêya revandina welatiyan û piştre azadkirina wan li hember gelek pereyan, komkirina pereyan e.

Di nava 20 rojên borî de ev sêyem car e ku çekdarên DAIŞê kiryarên revandinê encam didin û heta niha hejmara kesên revandî derketiye 7 kesan û hemû şivan û Ereb in.