Keşnasiyê dema bidawîbûna tozbarînê ragihand
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên xwe ji bo keş û hewaya 48 saetên bê belav kir û ragihand, danê êvarê toz li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne.
Keşnasiyê eşkere kir ku li hinek dem û cihan îhtimala nîv baranê heye û di demên êvarê de toz û xwelî li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne.
Li ser keş û hewaya sibe, keşnasî pêşbînî dike ku hewa dê sahî be ligel hinek ewr, leza ba di navbera 5-15 kîlometreyan de dibe di demjimêrekê de, mesafeya dîtinê dê 8 heta 10 kîlometre bibe.
Sê roj in pêleke tozbarînê navçeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê girtiye, ji ber tozbarînê gelek kesên ku nexweşiya wan a bêhndanê heye an jî hestyariya wan heye, serdana nexweşxaneyan kirin.