Îsraîlê bi mûşekan êrîşî parêzgeha Hemayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê, navçeya Misyaf li parêzgeha Hema ya Sûriye bi çend muşekan bombebaran kir.

Ajansa fermî ya Hikumeta Sûriye “SANA” ragihand, sîstema bergiriya asmanî ya artêşa Sûriye çend mûşekên Israîlê li asmanê navçeya Misyaf li parêzgeha Hema li naverasta Suriye ji nav birin.

Herweha jêderekî serbazî yê Sûrî ragihand, îro danê êvarê demjimêr 6.45, artêşa Israîlê êrîşeke asmanî ji aliyê bakurê Lubnanê ve pêk aniye. Tekez kir jî, sîstema berevanî ya asmanî ya Suriye hin muşekên Israîlê xistine xwarê.

Ji aliyê xwe, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî ragihand, Israîlê kargeheke çêkirina mûşek û droneyan ku Îran serpereştiya wê dike, li navçeya Misyaf li Hemayê kir armanc. Bêyî ku ziyanên wê êrîşê belav bike.