Xortekî Diyarbekirî ji ber bihabûna benzînê êdî scooter bi kar tîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi bihabûna benzînê êdî bikaranîna otombêlan welatiyan dixe tengasiyê ku welatiyek bi navê Merwan Nas otombêla xwe firotiye û ji dêvla wê scooter standiye û dibêje hem lêçûna wê gelek kêmtir e û hem jî geştiyariya bi scooterê hêstek azad dide mirovan.

Qeyrana aboriyê bandorek zêde li sotemeniyê dike ku bihabûna benzînê dibe sedem welatî nekaribin wek berê otombêlên xwe bi kar bînin û ev yek berê mirovan dide alternatifên wek bikaranîna scooterê. Merwan Nas ê 40 salî jî mehek berê otombêla xwe firotiye û 2 hefte berê jî ji xwe re scooter standiye. Merwan Nas her bi scooterê ji mala xwe dide rê û ber bi cihê kare xwe ve diçe. Merwan nas jimaryarnasiyê dike û amaje dike ku êdî dahata wî têra lêçûna benzînê nedikir û wî çareseriyeke wisa hember bihabunê peyda kiriye.

Merwan Nas ji K24ê re got: “Kirîza aboriyê derket, fiyetê mazotê pirr bilind bû. Min nedikarî ji bihayê mazotê heq derim. Ji ber wê min ji xwe re scooter stand. Ji mal bi scooterê diçim kar. Bi elektrîkê dixebite. Ez ji mazotê xilas bûm. Ev pirr baş bû. Ji ber mazot li Tirkiyeyê buye 23-24 lîre. Mirov ji Rêya Ruhayê heta diçe Deriyê Çiyê 30-40 lîre lê diçe. Lêçunek pirr mezin e.”

Merwan Nas dide zanîn ku wî di destpêkê de ji ber bihabunê ji neçarî dest bi bikaranînê scooterê kiribû lê di demek kin de ewqas ji scooterê hes kiriye ku bûye parçeyek ji jiyana wî. Merwan Nas dibêje ew ji azadiyê, aramiyê û ji rihetiyê gelek hes dike ku dem acil û bergên xwe yên rengîn li xwe dike û bi scooterê û muzîka dengbêjan nava bircên Diyarbekir digere ji wî re dibe wek terapiye.

Merwan Nas dibêje: “Wextê erebeya min hebû pirsgirêka otoparkê hebû, min nedizanî deynim kû derê. Şuştina wê hebû. Qat dikim, dikim asansöre bi xwe dibim malê. Wextê ez li scooterê siwar dibim, berguhkê dikim ber guhê xwe û guhdarî şakiro dikim. Ez ji dinê derdikevim ez diçim alemek dine. Ez ji van cil û bergan hes dikim, dema ez bi van cilan scooter diajom, dibêjim qey difirrim. Yên min dibînin dibêjin waye difirre.”

Merwan Nas bi teybetî di meha Remezanê de bi scootera xwe diçe Mizgefta Hezretê Silêman û dia dike. Welatiyê Diyarbekirî bang dike ku eger bikaranîna scooterê li Diyarbekirê belav bibe dê ev yek gelek pirsgirêkên trafîkê jî çareser bike û di kare di gelek qadan de sudê bide Diyarbekir jî.