Hungarya kampeke rahênanê radestî Wezareta Pêşmerge kir

Ragihandina Wezareta Pêşmerge eşkere kir, welatê Hungarya (Macaristan) kampeke perwerde û rahênanê radestî Wezareta Pêşmerge kir.

Hewlêr (K24) – Ragihandina Wezareta Pêşmerge eşkere kir, welatê Hungarya (Macaristan) kampeke perwerde û rahênanê radestî Wezareta Pêşmerge kir.

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand, îro 11ê Nîsana 2022yan, bi amadebûna Cîgirê Konsulê Giştî yê Hungarya Miklos Sabo, Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Rahênana Serbazî Emîd Haris Hebîb û Berpirsê Tîma Rahênana Serbazî ya Hungaryayê, kampeke perwerde û rahênanê radestî Rêveberiya Rahênana Serbazî ya Wezareta Pêşmerge kir.

Wezareta Pêşmerge herwiha ragihand, ew kamp li nav binkeya rahênanê ya Piyade ya Duhokê ye, beriya niha ji aliyê şêwirmendên serbazî yên hêzên Hungarya ve dihat birêvebirin û tê de hêzên Pêşmerge rahênan dikirin.