YE: Rûsya bûye sedema kêmbûna xureka cîhanê

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell berpirsyariya qeyrana xurekê ya li cîhanê dixe stûyê Rûsyayê.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê  Josep Borrell
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê  Josep Borrell

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê  Josep Borrell berpirsyariya qeyrana xurekê ya li cîhanê dixe stûyê Rûsyayê û dibêje, ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê qeyrana xurekê rûdide, bi taybetî piştî bombebarankirina depoyên genim û rêlibergirtina li keştiyên veghestina genim bo derveyî Ukraynayê.

Josep Borrell di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Rûsya bûye sedema kêmbûna xurekan, ku bajarên Ukraynayê bombebaran dike û bûye sedema birçîbûna cîhanê. Ew cîhanê birçî dikin.”

Borrell diyar kir: “Hêzên Rûsyayê bombe li kêlgehên Ukrayniyan vedidin, di heman demê de keştiyên şer ên Rûsyayê bi dehan keştiyên veguhestina genim ên Ukraynayê dorpêç kirine.”

Herwiha destnîşan kir: “Ew bajaran bombebaran dikin û depoyên genim têk dibin û rê li ber hinardekirina wan geniman digrin.”    

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, paşketina hinardekirinê ya ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, piştî sizayên rojava bo ser Rûsyayê hatiye û metirsiya derketina qeyrana birçîtiyê li cîhanê serî hildaye û metirsiya herî mezin jî li ser Rojhilata Navîn e.