Lubnan.. Di teqînekê de kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Xaça Sor a Lubnanê ragihand, di teqîna mezin a şeva borî ya li Seyda başûrê Lubnanê de, kesek hat kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê Xaça Sor, George Kettaneh di daxuyaniyekê de got: "Di teqîna ku li bajarokê Benafulê li Seydayê pêk hatiye de, kesek hat kuştin û 7 birîndar bûn.”

Diyar kir jî, rewşa hin birîndaran giran e pêwîstiya wan bi neştergeriyê hene, du birîndar jî di bin çavdêriya hûr de ne.

Ji aliyê xwe ve Medyaya Lubnanî ragihand, teqîneke mezin li navenda Komeleya Scouts Peyama Îslamî ya ser bi Tevgera Emel a Lubnanî ve li bajarokê Benafûl rû da û di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor medyaya Lubnanê, kesê hatiye kuştin, kurê Şaredarê Benafulê ye.