Li metroya New Yorkê êrîşa çekdarî

Li bajarê Brooklyn yê ser bi New Yorkê ya Amerîkayê ve, li stasyona metroyekê di encama êrişekê çekdarî de hejmarek kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Brooklyn yê ser bi New Yorkê ya Amerîkayê ve, li stasyona metroyekê di encama êrişekê çekdarî de hejmarek kes birîndar bûn.

Rêveberiya Polîsan a New Yorkê di daxuyaniyê de ragihand ku di êrîşa çekdarî ya danê sibehê de herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de diyar dibe ku hejmarek rêwî li stasyona metroyê birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku rewşa yek ji birîndaran giran e. Li gorî daxuyaniya polîs, hejmareke zêde ya teqemeniyan jî li cihê bûyerê hatine dîtin.

Polîsan hişyarî da welatiyan ku xwe ji herêmê dûr bixin.

Polîsê New Yorkê ragihand ku êrîşkar maskeya gazê û kincên karkeran li xwe kiriye û piştî ku êrîş kiriye reviyaye.

Berdevkê polîsan jî hişyarî da welatiyan û got: “Ji ber lêkolînê, xwe ji qadên kolana 36 û 4an li Brooklyn dûr bixin.”