Li Zaxo di kampeke awareyan de şewat derket

Xortekî 26 salî jiyana xwe ji dest da.

Zaxo (K24) – Li kampeke navçeya Zaxo agir bi konên awareyan ket û ji ber şewatê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê yê li Zaxo ragihand, ji ber kontakta elektrîkê agir bi 3 konên awareyên Şingalê yên li kampeke Zaxoyê ket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, ji ber kontakta elektrîkê agir bi 3 konên awareyên li Kampa Çemişko ya li Zaxoyê ketiye û xortekî 26 salî yê bi navê Selah Cirdo Xelef di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.