Helbûsî: Tawana dirindane ya Enfalê her zindî maye

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar dike, piştî derbasbûna 34 salan di ser tawana Enfalê re, hîn jî ev tawan ji aliyê dadgehê ve zindî maye.

Hewlêr (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar dike, piştî derbasbûna 34 salan di ser tawana Enfalê re, hîn jî ev tawan ji aliyê dadgehê ve zindî maye.

Mihemed Helbûsî li ser hesabê xwe yê Twitterê di salvegera Enfalê de diyar kir: “34 sal derbas bûn, lê belê ev tawan ji aliyê dadgehê ve hîn jî zindî maye.”

Helbûsî destnîşan kiriye: “Ev tawan şahid e li ser zilm û  dîktatorî û îstîbdada li dijî gelê me yê birêz ê Kurd.”

Serokê Parlamentoya Iraqê di peyama xwe de dibêje: “Îro em tawana dirindan û bi jan a Enfalê bi bîr tînin û tekezî li ser girîngiya avakirina dewleteke dadperwer, wekhev û xwedî sazî dikin, sîstemeke demokrat û asayîş û seqamgîrî rengê xwe bide.”