Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê dirust in

Ebdulcebar diyar kir, ew weke Wezareta Petrolê rêyeke çareseriyê pêşkêş kirine ji bo çareserkirina mijara petrola Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar

Hewlêr (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ragihand, %80 peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê dirust in, tenê li gor baweriya min kêşe di %20ê peymanan de heye û tê gotin kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Îhsan Ebdulcebar ji kanala Furat re eşkere kir, peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dirust in, tenê kêşe di %20ê wan de heye û divê li ber çavan derbas bikin.

Ebdulcebar diyar kir, ew weke Wezareta Petrolê rêyeke çareseriyê pêşkêş kirine ji bo çareserkirina mijara petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê û biryara Dadgeha Federal de.

Herwiha destnîşan kir ku wan ji rayedarên Herêma Kurdistanê re gotine ku ew bi sê xalan ve pabend in, ku ew jî pêdaçûna peymanên petrolê, damezrandina Kompaniya Petrola Kurdistanê, ku ser bi hikûmeta federal be û baregeha wê li Hewlêrê be, ligel siyaseta pêşvebirina kêlgehên petrolê û hinardekirin, ku bi hevbeşiya navbera Herêm û Bexdayê biryar li ser were dayîn.

Li ser nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Îhsan Ebdulcebar ragihand, rayedarên Herêmê di wê baweriyê de ne, ku biryara Dadgeha Federal a ji bo radestkirina petrola wan, ji bo wan neçarî nîne û ew pê pabend nabin, lê belê em Wezareta Petrolê ya Iraqê neçar in ku pê pabend bin.